Tirkiye

Serokê MÎTê Kalin li Enqereyê bi serokên Buroya Siyasî yên Hemasê ra hevdîtin kir

Di hevdîtinan da mijarên wekî rewşa dawîn a di mizakereyên agirbestê yên di navbera Îsraîl-Filistînê da û guherîna êsîran hat guftûgokirin

Gökhan Çeliker  | 14.09.2024 - Rojanekırın : 17.09.2024
Serokê MÎTê Kalin li Enqereyê bi serokên Buroya Siyasî yên Hemasê ra hevdîtin kir

Ankara

 Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Enqereyê bi serokên Buroya Siyasî yên Hemasê ra rewşa dawîn a di mizakereyên agirbestê yên di navbera Îsraîl-Filistînê da guftûgo kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin di hevdîtina ku Serokê MÎTê Kalin li paytextê bi serokên Buroya Siyasî yên Hemasê ra kir da rewşa dawîn a di mizakereyên agirbestê yên di navbera Îsraîl-Filistînê da guftûgo kirin.

Di hevdîtinê da pêkanîna agirbesta mayînde ya li Xezeya ku lê drama mirovahiyê diqewime û pêngavên berbiçav ên dikarin ku ji bo bêtir alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê jî hatin axaftin û helwesta erênî ya Hemasê ya di pêvajoya mizakereyan da hat destnîşankirin, hat ragihandin ku ji bo metna pêşniyazê ya ku bi biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tê piştgirîkirin û li serê mutabiq mane anîna şertên nû pêvajoya girbestê dijwar dike.

Di hevdîtinê da her wiha fikare ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên ku dibe sedema qetlîamê anîn ziman.

Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ji destpêka pêvajoyê va ji bo pêkanîna agirbestê bi aliyan ra û hemû aktorên eleqedar ra peywendiyên xwe didomîne.

MÎT di vê pêvajoyê da roleke girîng dihlîne ser xwe û bi birêvebiriya Hemasê, Îsraîl, Misir, Qeter û Amerîka di serî da bi hemû aktoran ra trafîka dîplomasiyê dimeşîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.