Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun: Dîrokê mafdariya Tirkiyeyê ya di mijara Sûriyeyê da îsbat kir

Ankara
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun got, "Dîrokê mafdariya Tirkiyeyê ya di mijara Sûriyeyê da îsbat kir."
Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun li Enqereyê beşdarî panêla "Hêza bi Îstiqrar a Tirkiyeyê di Ewlekariya Sûriyeyê da" bû û gotarek pêşkêş kir.
Altun di gotara xwe da hêviya xwe anî ziman ku panêl, di serî da li Sûriyeyê, ji bo aşitî, îstiqrar, maf û dadmendiya herêmî û gerdûnî bibe sedema geşeyê.
Altun destnîşan kir di çarçoveya panêlê da qeyrana Sûriyeyê, îxtîlafa li Sûriyeyê çareser bûye û ewê şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn û têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bi pisporên li ser mijarê ra bên gotûbêjkirin.
Altun got, "Dîrokê mafdariya Tirkiyeyê ya di mijara Sûriyeyê da îsbat kir. Zordestiya ku di 13 salên dawîn da li Sûriye birêva çû, him ecziyet û him jî firsendkariya mîhraqên hêza gerdûnî derxist holê."
Altun wiha pê da çû:
"Di vê pêvajoyê da gelek dewletên pêşvaçûyî û aktorên navneteweyî, dev ji çareserkirina qeyrana Sûriyeyê berdin, ew bi navgîniya cenga wekaletê, ji bo kûrtirkirina qeyrana Sûriyeyê xebitîn. Di warê alîkariya mirovî da, ji dêvla ku ji bo janên bi milyonan Sûriyeyî yên ku ji cih û warên xwe, ji welat û nîştîmanî xwe dûr ketin, bibin derman, ji bo deriyên xwe ji wan ra venekin, wan serî li hemî cure rêbazên dervayî mirovî kir."
Altun herwiha bibîr xist ku di vê pêvajoyê da Tirkiyeyê riskên berbiçav sitandin û destê xwe xist binê kevir û got, "Ji aliyekî va me li dijî rêxistinên terorê yên navneteweyî micadele dikir û ji aliyên din va jî me hembêza xwe ji bi milyonan mirovî ra vekir. Piştî sala 211an, bi têgihiştina mirovî ya polîtîkaya xwe ya derva va, em li Sûriyeyê bûn nûnerê herî mezin ê vijdanê. Bi dezgehên xwe yên weke AFAD, Heyva Sor, TÎKAyê û bi saziyên xwe yên civaka sivîl va, him li nav welêt û him jî li dervayî sînor em bûn piştevanê xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.