Tirkiye

Stêrkên Tirk li ser Gola Moganê firîna provayê kirin

30.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Stêrkên Tirk li ser Gola Moganê firîna provayê kirin

Tîma akrobasiyê ya Hêzên Asîmanî yên Tirkiyeyê, Stêrkên Tirk di çarçoveya 30ê Tebaxê Cejna Serfiraziyê da li ser Gola Moganê ya li Golbaşiya navçeya Enqereyê, firîna provayê kirin.

Stêrkên Tirk ku di bin banê Fermandariya Hêzên Asîmanî da ye bi firîna provayê ya li ser Gola Moganê û derdorê wê, amadekariyên dawîn ên ji bo nimayişên 30ê Tebaxê Cejna Serfiraziyê qedandin.

Di firînên ku nêzîka nîv saetê ajotin da Jetên NF-5ê li asîmanan manêvrayên curbicur kirin.

Jetên ku di esnaya firînê da şopên sor û spî li pey xwe hişt in welatiyan dîmenên wan bi kamerayên telefonên xwe yên mobîl tomar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.