Tirkiye

THY wê hefteyê 3 rojan ji bo Şamê seferan bike

Gökhan Yılmaz  | 16.01.2025 - Rojanekırın : 22.01.2025
THY wê hefteyê 3 rojan ji bo Şamê seferan bike

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Rêhewayên Tirk (THY) wê seferên xwe yên ber bi Şama paytextê Sûriyeyê di 23yê Çileya Paşîn da ji nû va bide destpêkirin û wê di hefteyê da 3 rojan seferan bike.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji malpera înternetê ya THYyê bi dest xist, sefera ewil a Şamê wê bi balafira Airbus A330-203 ya fireh va di 23yê Çileya Paşîn roja pêncşemê saet 09.00an da ji Balafirgeha Stenbolê çêbibe.

Sefer wê rojên sêşem, pêncşem û yekşemê serê sibê di saet 09:00an da ji Balafirgeha Stenbolê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê va rasterast çêbibin.

Seferên vegerê yên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê yên ber bi Balafirgeha Stenbolê va jî dîsa wê di heman rojan saet 13.00yan da çêbibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın