Tirkiyeyê berteka xwe ya ji ber binpêkirinên avabejayî ya li Behra Egeyê ji meqamên Yûnan ra daxuyand
Ankara
ANKARA (AA) - Wezareta Karên Derva ragihand, wan ji ber binpêkirinên avabejayî ya li Behra Egeyê yên van rojên dawîn, di her astê da û bi awayekî bihêz berteka xwe ji meqamên Yûnan ra daxuyand.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku prosedura dîplomatîk a hedîseyên bi vî rengî diyar e û bi salan e tê cîbicîkirin û wiha hat gotin, "Îdiayên diyar dikin, piştî binpêkirinan teşebusên pêwîst nehatin kirin, ne rast in."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku berteka Tirkiyeyê ya ji ber binpêkirinên avabejayî yên li Behra Egeyê van rojên dawîn ji hêla Yûnanistanê tên kirin, di her astê da û bi awayekî bihêz ji meqamên Yûnan ra hat daxuyandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.