Tirkiye

Waliyê Hekariyê Çelik li Navenda Kaşûnê ya Mêrgabotanê tedqîq pêk anî

Sayim Harmancı  | 13.01.2025 - Rojanekırın : 16.01.2025
Waliyê Hekariyê Çelik li Navenda Kaşûnê ya Mêrgabotanê tedqîq pêk anî

Hakkari

 Walî û Wekîlê Şardarê Hekariyê Ali Çelik li Navenda Kaşûnê ya Mêrgabotanê tedqîq pêk anî û bi kaşûnhezan ra govend gerand.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî, Çelik çû navenda kaşûnê û li wir bi ziyaretvanan ra sohbet kir.

Çelik der barê rewşa dawîn a li navendê da ji peywirdaran agahî sitandin.

Çelik di daxuyaniya xwe da diyar kir, ji ber kêmbarîna berfê, li navendê sezon dereng hat vekirin.

Çelik bal kişand ku li cihê teleskî lê ye, stûriya berfê gihîştiye 55-60 santîmetreyî û wiha dewam kir, "Me 2 pîstên xwe vekirin ku bi makîneya pêpeskirina berfê va hatin amadekirin. Berî niha ji ber ku stûriya berfê têrê dikir, pîstên li cem banda dimeşe, hatibûn vekirin. Înşelah hefteya bê piştî roja çarşemê her sê pergalên me yên mekanîk û pîstên me yên din jî dê vebin. Li Mêrgabotanê kirina her cure werzişên zivistanê êdî pêkan e."

Çelik ji aliyekî din va bal kişand ku li navenda kaşûnê Kampa Ciwaniyê ya Wezareta Ciwanî û Werzişê hat vekirin û heta niha ji parêzgehên cuda qedera 3 hezar ciwan hatin ezimandin.

Çelik piştî daxuyaniya xwe digel kaşûnhezan kaşûn kir û govend gerand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.