Tirkiye

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî bangewaziya wezîrê Îsraîlî ya li Mescîdê Eqsayê avakirina sînagogê da

Muhammet Tarhan  | 28.08.2024 - Rojanekırın : 28.08.2024
Wezareta Karên Derva bertek nîşanî bangewaziya wezîrê Îsraîlî ya li Mescîdê Eqsayê avakirina sînagogê da

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Wezareta Karên Derva diyar kir ku daxuyaniya Itamar Ben Gvîrê Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya rastgir a tundraw a Îsraîlê ya der barê li Mescîdê Eqsayê çêkirina sînagogê da "mînakeke gelekî xeternak ê dawîn û nû ya hewldanên Îsraîlê yên ji bo guhertina nasname û statuya Qudsê û mekanên pîroz ên li Qudsê ye."

Wezaretê piştî daxuyaniya Itamar Ben Gvîrê Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya rastgir a tundraw a Îsraîlê ya der barê li Mescîdê Eqsayê çêkirina sînagogê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Daxuyaniyên Itamar Ben-Gvîrê Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê yê der barê li Mescîdê Eqsayê çêkirina sînagogê da mînakeke gelekî xeternak ê dawîn û nû ya hewldanên Îsraîlê yên ji bo guhertina nasname û statuya Qudsê û mekanên pîroz ên li Qudsê ye."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ev daxuyanî li alema îslamê bûye sedema înfialê û di nav her kesî da bû sedema fikaran û hat gotin ku "Bi taybetî provokasyonên ku Mescîdê Eqsaya ku yek ji mekanên pîroz misilmanan e hedef digirin li hemû dinyayê hestên misilmanan rencîde dike û dibe sedema rageşiyan."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku êrîşên ku hikûmeta Îsraîlê dijî gelê Filistînê didomîne îstiqrara herêmî û navneteweyî her ku diçe bêtir dixe xetereyê û hat gotin ku "Ji bo rawestandina êrîşkariya Îsraîlê û parastina gelê Filistînê wext hatiye ku civaka navneteweyî bixebite."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.