Wezareta Karên Derva: Tirkiye û Iraq di têkoşîna dijî terorê da xwedî îradeyeke hevpar in
Ankara
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî ragihand ku di navbera Tirkiye û Iraqê da di warê têkoşîna dijî terorê da îradeyeke hevpar û xurt a her ku diçe hêzdar dibe, heye.
Keçelî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê da diyar kir ku der barê bûyera li Kerkûkê qewimî da Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê daxuyaniyek da.
Berdevk Keçelî got ku "Ji bo ku bûyer ji hemû hêla va bû ronîkirin bi meqamên Iraqê ra kordînasyon hat pêkanîn. Biryardariya Tirkiyeyê ya ji bo têkoşîna dijî terorê tam e. Tirkiye dê têkoşîna xwe ya dijî rêxistina terorê ya li axa Iraqê bi cî bûye ra di çarçoveya prensîba xweparastina meşrû ya ku di madeya 51emîn a Şertê NYyê da cî digire didomîne."
Keçelî destnîşan kir ku di navbera Tirkiye û Iraqê da di warê têkoşîna dijî terorê da îradeyeke hevpar û xurt a her ku diçe hêzdar dibe, heye û destnîşan kir ku di demên dawîn da PKKya rêxistina terorû li Iraqû wekî "rêxistina qedexe" hat îlankirin û "Zebta Mutebaqata der barê Têkoşîna Dijî Terorê û Hevkariya Ewlehî, Eskerî" ya ku di 15ê tebaxê da li Enqereyê hat îmzekirin berhema vê helwestê ye.
Keçelî got ku "Herdu welat jî biryardar in ku hevkariya navborî encamên berbiçav bide û bi vê armancê kordînasyona di navbera meqamên rayedar da bê zêdekirin."
- Daxuyaniya aliyê Iraqê
Di daxuyaniya nivîskî ya Operasyona Hevpar a Iraqê da hatibû ragihandin ku sibehê li Kerkûkê SÎHAyek kete xwarê û derket holê ku ev SÎHAya Tirkan e.
Hatibû ragihandin ku ji bo tesbîtkirina ssedemên ketinê û şertên qezayê ekîbeke xebatê ya teknîk a ku ji operatorên delîlên edlî, parastina asîmanê û droneyê pêk tê jî hat avakirin.