Tirkiye

Wezareta Parastina Neteweyî dîmena operasyona ser şikeftê ya li bakurê Iraqê parve kir

Orhan Onur Gemici  | 16.07.2024 - Rojanekırın : 16.07.2024
Wezareta Parastina Neteweyî dîmena operasyona ser şikeftê ya li bakurê Iraqê parve kir

Ankara

 Hat ragihandin ku li bakurê Iraqê herêma Operasyona Pençe-Kilîtê di şikefta ku terorîstan bi kar aniye da muhimatên curbecur, dokumanên rêxistinî û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê herêma Operasyona Pençe-Kilîtê şikefteke ku terorîstan bi kar aniye tesbît kir. Di şikeftê da lêgerîn û kontrol hat kirin û muhimatên curbecur, dokumanên rêxistinî û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Wezaretê dîmenên operasyona ser şikeftê jî parve kirin.

Di vîdeoyê da tê gotin ku dirêjahiya şikeftê 7 mêtre ye û wekî tunelê ye, di dawiya tunelê da jî qadeke berfireh a ku meriv dikare tê da bijî, heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.