Tirkiye

Wezîr Yerlîkaya ragihand ku 3 kesên ku 2 jê bi bultena sor lêgerîna wan hebû li Gurcistanê hatin girtin

Huzeyfe Tarık Yaman  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
Wezîr Yerlîkaya ragihand ku 3 kesên ku 2 jê bi bultena sor lêgerîna wan hebû li Gurcistanê hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Navxweyî Ali Yerlîkaya ragihand ku 3 kesên ku 2 jê bi bultena sor lêgerîna wan hebû li Gurcistanê girtine û anîne welêt.

Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da ragihand bi hemahengiya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê û Serokatiya Daîreyê ya Interpol-Europolê, di encama xebatên Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê ya Artvînê operasyon hat lidarxistin.

Wezîr Yerlîkayê wiha axivî: "Ç.K, R.O.Y ê ku ji sûcê şêlandinê bi bultena sor lêgerîna wan hebû digel E.Çyê ku di warê sûcê pergalên ragihandinê, banka û krediyan da lêgerîna wî hebû li Gurcistanê hatin girtin û ji Deriyê Sînor ê Bejayê yê Sarpa Artvînê va anîn Tirkiyeyê û radestî wezîfedarên Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê ya Artvînê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.