Tirkiye

Wezîrê Karên Derva Fîdan diyar kir ku biryara DCNyê ya der barê Netanyahu da "hêviyê dide"

Biryara girtinê ya Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî ya der barê girtina Netanyahu (Serokwezîrê Îsraîlê) û Gallant (Wezîrê Parastinê yê berê) da ji hêla teceliya edaletê va hêviyê dide"

Muhammet Tarhan  | 22.11.2024 - Rojanekırın : 22.11.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan diyar kir ku biryara DCNyê ya der barê Netanyahu da "hêviyê dide"

Istanbul

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan da zanîn ku biryara girtinê ya Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî (DCN) ya der barê girtina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da ji hêla teceliya edaletê va hêviyê dide."

Wezîr Fîdan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê der barê biryara girtinê ya der heqê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê yê berê Gallant da parvekirin kir.

Fîdan destnîşan kir ku biryara navborî ji hêla ku rayedarên Îsraîlî yên ku dijî Filistîniyan komkujiyê dike derxînin ber edaletê "pêngavekî gelekî girîng e" û got ku "Ji bo ku hiqûqa navneteweyî bi hemû sazî û prensîbên xwe va ji bo komkujiyê ceza bike çalak bibe em ê xebatên xwe bidomînin."

Wezîr Fîdan got ku "Ev ne tenê ji bo Filistîniyên tên qetilkirin, hember hemû gelên bindest û nifşên bê berpirsyariyeke me ye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.