Wezîrê Karên Navxweyî Yerlikaya ragihand ku maweya nûkirina belgeyên ajokariyê yên kevn hat dirêjkirin:
- "Maweya ji bo nûkirina belgeyên ajokariyê yên kevn hatibû diyarkirin, ji ber şert û mercên mewcûd û pêdiviyên welatiyên me heta 31ê Tîrmeha 2025an hat dirêjkirin"
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, maweya nûkirina belgeyên ajokariyê yên kevn yên di 31ê Berfanbara 2024an da bi dawî dibe, heta 31ê Tîrmeha 2025an hat dirêjkirin.
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand, "Di çarçoveya madeya 10em a Rêziknameya Trafîqê ya Rêbejayê da maweya ku ji bo nûkirina belgeyên ajokariyê yên kevn hatibû diyarkirin, ji ber şert û mercên mewcûd û pêdiviyên welatiyên me heta 31ê Tîrmeha 2025an hat dirêjkirin."
Yerlikaya diyar kir ku 5 milyon û 413 hezar û 148 heb belgeyên ajokariyê yên kevn hene û wiha got, "Ji bo ku li midûriyetên nifûsê û saziyên tenduristiyê qelebalixî çênebe û welatiyên me mexdûr nebin, mawe hat dirêjkirin. Lê em tika dikin ku heya dawiya maweya dirêjkirî, belgeyên ajokariyê yên kevn bên nûkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Eski Tip Sürücü Belgelerinin Yenilenme Süresini Uzattık❗
— Ali Yerlikaya (@AliYerlikaya) November 18, 2024
Karayolları Trafik Yönetmeliği’nin Geçici 10. maddesi uyarınca, eski tip sürücü belgelerinin yenilenmesi için belirlenen süre, mevcut şartlar ve vatandaşlarımızın ihtiyaçları göz önüne alınarak 31 Temmuz 2025 tarihine… pic.twitter.com/eFwyW5HueL