Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya: "Li Stenbolê daxwaza hewandinê ya ji 101 hezarî zêdetir welatiyên me hatiye bicîanîn"
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya: "Li Stenbolê bi tevahî daxwaza hewandinê ya ji 101 hezarî zêdetir welatiyên me hatiye bicîanîn."

Istanbul
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, piştî erdheja ku li Behra Marmarayê, li peravên Sîlîvriyê di saet 12.49an da bi mezinahiya 6,2yan çêbû, "Li Stenbolê bi tevahî daxwaza hewandinê ya ji 101 hezarî zêdetir welatiyên me hat bicîanîn."
Yerlîkaya li Hasdalê piştî civîna li navenda krîzê ya li Midûriyeta Afad û Rewşa Acil ya Bajêr ya Stenbolê daxuyanî da. Yerlîkaya diyar kir, duh li Behra Marmarayê, li peravên Sîlîvriyê di saet 12.49an da bi mezinahiya 6,2yan çêbû û piştî vê erdhejê ji duh va 266 caran erd hejiya.
Yerlîkaya diyar kir ku 16 hezar û 712 bangên bo daxwaza alîkarîyê hatine Navenda Rewşa Acil û Afadê.
Wezîr Yerlîkaya got ku vê gavê li Stenbolê 51 hezar welatîyên me li mizgeftan, 50 hezar welatîyên me li dibistan, wargehên xwendekaran û tesîsên civakî hatin bicihkirin, bi tevahî daxwaza hewandinê ya 101 hezarî zêdetir welatiyên me hat bicîanîn.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya wiha dewam kir, "Dewleta me tevî hemî saziyên xwe li qadê ye. Ji bo ewlehî û aramîya welatiyan hemî cure tevdîr hatine hildan, ji bo hemî rîskên dibe ku biqewimin, xebat tên meşandin."