Tirkiye

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya piştî civîna nirxandina erdheja li Stenbolê daxuyanî da

"Di 12 saetên dawîn da ji ser 4an tu erdhejên piştlerze çênebûn. Bi taybetî dema ku 16 saetên dawîn tê nirxandin em dibînin ku erdhejên piştlerze bi awayekî berbiçav kêm dibe"

Mücahit Türetken  | 25.04.2025 - Rojanekırın : 25.04.2025
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya piştî civîna nirxandina erdheja li Stenbolê daxuyanî da

Istanbul

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir ku piştî erdheja bi mezinahiya 6,2yan ya ku li Stenbolê çêbû di 12 saetên dawîn da ji ser 4an erdhej çênênebûn û got ku "Heta niha 16 hezar û 793 bangewazî hatin Navenda Bangewaziya Acîl a 112an. Ji vana 997 jê daxwaza "alîkariya acîl a der barê erdhejê da bûn.Ev jî nîşan dide ku di bangewaziyan da kêmbûneke mezin çêbûye."

Wezîrê Karen Navxweyî Alı Yerlikaya, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum û Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu piştî civîna nirxandinê ya li navenda qeyranê ya ku li Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr a Stenbolê ya li Hasdalê hat kirin daxuyanî dan.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya behs kir ku li gor nirxandina Lijneya Zanistê ya Erdhejê ya AFADê ji erdhejên piştlerze 7 jê di 4 saetên ewil da çêbûn û got ku "Di 12 saetên dawîn da ji ser 4an tu erdhejên piştlerze çênebûn. Bi taybetî dema ku 16 saetên dawîn tê nirxandin em dibînin ku erdhejên piştlerze bi awayekî berbiçav kêm dibe. Heta niha 16 hezar û 793 bangewazî hatin Navenda Bangewaziya Acîl a 112an. Ji vana 997 jê daxwaza "alîkariya acîl a der barê erdhejê da bûn.Ev jî nîşan dide ku di bangewaziyan da kêmbûneke mezin çêbûye."

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum jî got ku "(Erdheja li Stenbolê) Me bi tevahî di 83 avahiyan da xisareke hindik tesbît kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.