Tirkiye

WPN: "(Pêşhatên li Lubnanê) di çarçoveya operasyoneke muhtemel da pêş amadekarî tên kirin"

Utku Şimşek  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 27.09.2024
WPN: "(Pêşhatên li Lubnanê) di çarçoveya operasyoneke muhtemel da pêş amadekarî tên kirin"

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) civîna agahîdana çapemeniyê li dar xist.

Çavkaniyên WPNyê piştî civînê bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Di bersiva pirsa 'ka ewê alîkariyên ji bo Lubnanê bidomin yan na û gelo Hêzên Çekdar ên Tirk ewê operasyona texliyeyê li dar bixe yan na' da çavkaniyan wiha got:

"Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê xwedî wê derfet û qabiliyetê ne ku welatiyê me û welatiyên biyanî ji Lubnanê bi awayekî ewledar texliye bike. Me beriya nuha jî, çendîn texliyeyên bi vî awayî bi serkeftî encam daye. Halê hazir em bi hemahengî digel Wezareta Karên Derva pêşhatên Lubnanê ji nêz va dişopînin. Di çarçoveya operasyoneke muhtemel da pêş plansazî û pêş amadekarî tên kirin. Alîkarî jî ewê bi hemang digel saziyên Lubnanî û daxwazên Lubnanê li gorî mercên ewlekariyê bidomin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın