Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2024an Davîd Baker, Demîs Hassabîs û John Jumper hilda
Ankara
Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya sala 2024an ji ber xebata wî ya "sêwirandina proteînê ya agahdariyê" Davîd Baker, ji ber xebata "pêşbîniya têşeya proteînê" jî Demîs Hassabîs û John Jumper hilda.
Di civîna çapemeniyê ya ku li Akademiya Zanistên Qraliyeta Swêdê hat lidarxistin da xwediyên Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2024an hatin eşkerekirin.
Li gor daxuyaniyê, Davîd Baker ji ber xebata xwe ya "sêwirandina proteînê ya agahdariyê" bû xwediyê xelatê.
Demîs Hassabîs û John Jumper jî ji ber xebata "pêşbîniya têşeya proteînê" layiqê xelatê hatin dîtin.
Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya sala 2023yan ji ber xebatên kifş û senteza xalên kuantumê dabûn Moungî Gabrîel Bawendî, Louîs E. Brus û Alexeî I. Ekîmov.