Zanist û teknolojî

Asîmanên Edeneyê bi nimayişên akrobasiyê ya TEKNOFESTê rengîn bû

Eren Bozkurt  | 05.10.2024 - Rojanekırın : 07.10.2024
Asîmanên Edeneyê bi nimayişên akrobasiyê ya TEKNOFESTê rengîn bû

Adana

 Di roja çarem da ya Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) ya li Edeneyê tê lidarxistin, ji nimayişên akrobasiyê heya sîmulasyonên teknolojiya pêşketî dê gelek çalakî bên kirin.

TEKNOFESTa ku bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va tê lidarxistin û her wiha Ajansa Anadoluyê (AA) jî hevkarê wê yê ragihandina global e, li Balafirgeha Edeneyê berdewam e.

Di roja çarem a festîvalê da ji nimayişên akrobasiyê heya sîmulasyonên teknolojiya pêşketî, atolye û pêşangehên zanistî dê gelek çalakî bên kirin.

Îsal 790 hezar tîmî û zêdeyî milyonek û 650 hezarî kesî serî li pêşbaziyên teknolojiyê dan û yên pile bi dest xistin jî dê dê Lîga Şampiyonên TEKNOFESTê da bikevin milmilaneyê.

Ziyaretvanên dixwazin tevlî kelecaniya festîvalê bibin, dikarin li ser malper û sepana mobîl a TEKNOFESTê xwe qeyd bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın