Zanist û teknolojî

Elon Musk ragihand ku sala bê Tesla wê robotên wek mirovan bi kar bîne

Dilara Zengin Okay  | 22.07.2024 - Rojanekırın : 25.07.2024
Elon Musk ragihand ku sala bê Tesla wê robotên wek mirovan bi kar bîne

Washington DC

Elon Muskê xwediyê şirketa Teslayê ya ku wesayîtên bi ceyran çêdike daxuyand ku şirketa wî sala bê wê bibe xwediyê robotên wek mirovan yên ji bo karên navxweyî tên bikaranîn.

Musk li ser hesabê xwe yê Xê wiha got: "Tesla sala bê di hilberîna kêm ya ji bo bikaranîna karên navxweyî da wê bibe xwediyê robotên mirovî yên bikêrhatî û em hêvîdar in ku di sala 2026an da şirketên din jî di hilberîna zêde da bibin xwediyên wan."

Musk di meha Nîsanê da diyar kiribû ku robota Teslayê ya bi navê Optîmus wê bikaribe heta dawiya vê salê di fabrîqeyê da wezîfeyê bike û di dawiya sala 2025an da jî ewê ji bo firotanê amade be.

Prototîpa robotê ya wek mirovan Optîmus di sala 2022yan de hatibû nasandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.