Fuara SAHA EXPO 2024ê mazuvaniya ji 100 hezarî zêdetir kesî kir
Istanbul
ÎSTANBUL (AA) - Fuara Pîşesaziya Parastin, Hewagerî û Fezayê SAHA EXPO ya ku SAHA Îstanbulê li dar xist ji hêla ji 100 hezarî zêdetir kesî va hat ziyaretkirin.
SAHA EXPO di hîmayeya Serokomariyê da, bi piştevaniya 6 wezaret û Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê va di navbera 22-26ê Cotmehê da li Navenda Fuarê ya Stenbolê hat lidarxistin.
Ajansa Anadoluyê jî şirîkatiya ragihandina global a SAHA EXPOyê kir.
Ji 120 welatan 1478 fîrma beşdarî fuarê bûn.
Di fuarê da heyetên bazirganiyê û yên fermî yên welatên biyanî hatin pêşwazîkirin û 25 hezar hevdîtinên rû bi rû hatin kirin.
Fuarê mazuvaniya ji 100 hezarî zêdetir kesî kir.
Di 5 rojan da jê 4 milyar û 332 milyon dolar peymana îxracatê, tevahî 133 peymanên ku bihayê wan dike 6 milyar û 189 milyon dolar hatin îmzekirin.
Di fuara ku teknolojiyên dahatûyê hatin pêşandan da gelek şirket, sazî û rêxistinên xwemalî û biyanî firsend dîtin ku berhemên xwe yên nû û dawîn bidin nîşandan.
Di fuarê da gelek berhemên ku bi çavkaniyên herêmî û neteweyî hatine çêkirin hatin pêşandan û ji 300î zêdetir çalakiyên danasîna berheman hatin lidarxistin.
Di çarçoveya fuarê da ji 5 parzemînan û 35 welatan 178 heyetên biyanî yên ji bo kirînê amade bûn.
Ji welatên cuda 26 wezîr û 6 sererkanan serdana SAHA EXPO 2024ê kirin.
Berhemên pîşesaziya parastinê yên Tirkiyeyê yên nû di fuarê da hatin nîşandan.
Şirketên wek ASELSAN, Roketsan, HAVELSAN, ULAK, STM, Astech Defence û FNSS beşdarî fuarê bûn û ber û berhemên xwe dan nasîn.