Zanist û teknolojî

Ji ber xebatên wan ên li ser fêrbûna makîneyê, Xelata Nobelê ya Fizîkê ya 2024an dan Hopfield û Hinton

Zeynep Katre Oran, Irmak Akcan  | 08.10.2024 - Rojanekırın : 09.10.2024
Ji ber xebatên wan ên li ser fêrbûna makîneyê, Xelata Nobelê ya Fizîkê ya 2024an dan Hopfield û Hinton

Ankara

ANKARA (AA) - Ji ber xebatên wan ên bi torên rehên çêkirî yên rê didin fêrbûna makîneyê, Xelata Nobelê ya Fizîkê ya 2024an dan John Hopfieldê Amerîkayî û Geoffrey Hintonê welatiyê Kanadayê yê bi eslê xwe Îngiliz.

Di civîna çapemeniyê da ya li Akademiya Zanistan a Qraliyeta Swêdê hat lidarxistin, serkeftiyên Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2024an hatin ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, Hopfield û Hinton ên bi alîkariya zanista fîzîkê rêbazên bingehîn ên fêrbûna makîneyê û her wiha torên rehên çêkirî (ANN) dahênandin, ji ber îcad û keşfên xwe yên sereke yên bi torên rehên çêkirî yên rê didin fêrbûna makîneyê va hêjayî xelatê hatin dîtin.

- John Hopfield û Geoffrey Hinton kê ne?

John Hopfield di 15ê Tîrmeha 1933yan da li eyaleta Illinoisê ya Amerîkayê ji dayik bû.

Hopfield ji damezirînerê bernameya doktorayê ya Hesabkirin û Pergalên Rehî ye ku li Zanîngeha Teknolojiyê ya Californiayê di 1986an da hat vekirin û her wiha di 2022yan da di warê fizîka îstatîstîkî da xelata Madalyaya Boltzmann digel Deepak Dhar wergirt.

Hopfield her wiha li Zanîngeha Princetonê wekî Profesorê Biyolojiya Molekuler û Profesorê Zanistên Jînê peywirê dike.

Geoffrey Hinton di 6ê Berfanbara 1947an da li Londona paytextê Îngiltereyê ji dayik bû. Zanyarê komputerê yê Îngiliz û Kanadayî bi xebatên xwe yên li ser torên rehên çêkirî hat naskirin û di qada zanistê da jî wekî "Bavê Hişê Çêkirî" tê naskirin.

Hinton di 2018an da digel Yoshua Bengio û Yann LeCun, Xelata Turingê wergirt ku wekî "Xelata Nobelê ya Komputerê" tê binavkirin.

Hinton heta 2023yan di Googleê da dixebitî, lêbelê di Gulana 2023yan da ragihand ku ew ji ber fikarên rîskên teknolojiya hişê çêkirî, ji Googleê veqetiya.

Hinton her wiha li Zanîngeha Torontoyê wekî profesorê Zanistên Komputerê dixebite.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.