Zanist û teknolojî

Meta wê parvekirinên ku peyva "siyonîst"ê tê da wekî "gotina nefretê" hatiye bikaranîn, rake

Zeynep Katre Oran, Ayşe İrem Tiryaki  | 10.07.2024 - Rojanekırın : 12.07.2024
Meta wê parvekirinên ku peyva "siyonîst"ê tê da wekî "gotina nefretê" hatiye bikaranîn, rake

Ankara

 Metaya xwediyê Facebook, Instagram û WhatsAppê ragihand, heke peyva "siyonîst" di meneya "gotina nefret û heqaretê" da were bikaranîn û ev were tesbîtkirin, ev parvekirin wê ji platformên wan werin rakirin.

Li gor daxuyaniya ku ji malpera înternetê ya Metayê hat dayîn, piştî îstişareyan biryar hat dayîn ku der barê bikaranîna peyva "siyonîst" da rêzikname were guherandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, ew ê destûrê nedin ku peyva "siyonîst" di konteksta "bangewaziya tundî" ya li dijî Cihû û Îsraîliyan da were bikaranîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin, dema ku peyv bi "tevgera siyasî" têkildar be, ew ê destûrê bidin bikaranîna wê û wiha hat gotin, "Lê heke eleqeya peyva 'siyonîst' bi tevgera siyasî ra tunebe, li dijî Cihû û Îsraîliyan meneya wê ya tundî an jî tirsandinê hebe û bi vê rêyê zirarê bide, ew ê parvekirinan rakin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.