Pergala SÎPER Urun-1 a şaxa bihêz a Gunbeda Pola ket envantera Hêzên Çekdar ên Tirkî
Istanbul
Pergala parastina asîmanî ya herêma menzîl dirêj SÎPER Urun-1 a şaxa bihêz a Gunbeda Pola ket envantera Hêzên Çekdarên Tirkî.
Serokê Pîşesaziya Parastina Serokomariyê Haluk Gorgun di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê da îfadeya "Pişt SÎPERê welat e" emiland û wiha got, "Pergala SÎPER Urun-1 a şaxa bihêz a Gunbeda Pola ket envanterê. Pergala parastina asîmanî ya herêma menzîl dirêj û îrtifa bilind SÎPER Urun-1 dê di emrê artêşa me ya bi şan da bibe mertalê welatê esman."
- Gunbeda Pola dê bibe pasevanê parastina asîmanî ya Tirkiyeyê
Projeya Gunbeda Pola ya ji bo berterefkirina tehdîdên esmanî yên dijî Tirkiyeyê hat destpêkirin, bi pergalên xwemalî û neteweyî yên şîrketên Tirk va dê peywira mertalekî bi cih bîne.
Gunbeda Pola ya dê gelek pergalên wekî çekên parastina asîmanî, radar, pergala elektro-optîk, modulên ragihandinê, îstasyonên komuta kontrolê û hişê çêkirî bihewîne, dê bibe pasevanê parastina asîmanî ya Tirkiyeyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.