Ahmet Aydın
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Buhayê bermîla nefta brent li piyaseyên navneteweyî ji 65,54 dolarî bazarê dibîne.
Buhayê bermîla nefta brent ku duh bi 64,54 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê de derketibû 65,63 dolarî, vê sibê bi 65,40 dolarî bazar dît. Bermîla nefta brent ji seat 09.33an pê ve ji sedî 0,21 zêde bû û bi 65,54 dolarî bazar dît. Di heman deqîqeyan de bermîla nefta xav ya curê Teksasa Rojava (WTI) bi 55,72 dolarî kiryar dît.
Li gorî daneyên Enstîtuya Neftê ya Amerîkan, stokên neftê yên petrola xav a Amerîkayê bi berawird digel hefteya raborî bi 4,2 milyon kêmbûnî, vegeriya 444,3 milyon bermîlî.
Pispor destnîşan dikin ku stokên nefta xav a Amerîkayê dibe sedema bilindbûna buhayan. Herwiha biryara birîna neftê ya Rêxistina Welatên ku Neftê Îxrac dikin (OPEC) û Rûsyayê tevî mueyyideyên Amerîkayê yên li dijî Venezuelayê jî bandorê li ser zêdebûna buhayê neftê dikin.