07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
PEKÎN
Çîn dixwaze ji bo 50 milyon kesî yên ku li bajaran dijîn îstîhdameke nû bike.
Konseya Dewleta Çînê daxuyand ku di çarçoveya 13emîn plana pêşketinê ya 5 salî (2016-2020) de ewê ji 50 milyon kesî re îstixdameke nû çêkin û rêjeya bêkariyê wê ji sedî 5 dakeve.
Armanca hikûmeta Pekînê ew e ku heta sala 2020an herî kêm 10 milyon kesî ji sînore feqîriyê xelas bike. Hikûmet dixwaze bi taybetî mezûnên zanîngehê û karkerên penaber îstixdam bike.
Konseyê di rapora xwe de got ku jiyana gel a standart divê baş bibe û aborî pêşve here, ji bo vê jî piştgiriya muteşebbisan û karsazan wê bê kirin.
Li gor polîtîkaya îstixdamê ya hikûmeta Pekînê ji bo karkerên penaber, leşkerên teqawîdbûyî, kêmendam, zarokên malbatên ku debara wan nebaş e qursên pîşeyî û perwerde were dayîn.
Par li bajarên Çînê ji 13 milyon kesî re kar hatibû dîtîn û rêjeya bêkariyê bûbû ji sedî 4,02.