İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Velî Îpek û Şeref Gokçe 10 sal berê li Diyarbekirê bi krediya "teşebiskarê ciwan" dest bi çêkirina perdeyan kir û niha bûne fabrîqator.
Velî Îpek di sala 2008an da ji Zanîngeha Kahramanmaraş Sutçu Îmamê Beşa Fîzîkê ya Fakulteya Fen Edebiyatê mezûn bû. Îpek piştî mezûniyetê vegeriya Erxeniya welatê xwe. Li ser daxwaza alîkariyê ya hevalê wî Şeref Gokçe ku xwendekarê Zanîngha Dîcleyê Beşa Muhasebeyê bû, pê ra çû montaja perdeyan.
Îpek hîn bû ku ew perdeyên ew montaj dikin, li Stenbolê tên çêkirin û hate hişê wî ku li welatê xwe perdeyan çêke.
Îpek û Gokçe li ser vê fikrê çûn Stenbolê û li hin atolyeyan geriyan. Piştî gerê biryar dan ku ew jî dikarin perdeyên bimekanîzma çêkin û vegeriyan Erxeniyê.
Ji ber ku sermayeyeke wan tunebû, nikaribûn kargehekê vekin û hîn bûn ku Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Qaymeqamtiyê krediyê dide teşebiskarên ciwan ên ku dixwazin karê xwe ava bikin.
Serlêdana Îpek û Gokçe hat qebûlkirin û 49 hezar kredî standin û bi marqeya DÎPERê va li qateke bodrumê ya 35 mêtreqareyî da dest bi çêkirina perdeyan kirin.
Ciwanan bi şev perde çêkirin, bi roj jî li perdefiroşan geriyan û perdeyên xwe dan nasîn.
Her çend qalîteya perdeyên ku wan çêkirin û perdeyên fîrmayên Stenbolê wek hev bin jî bihayê perdeyên xwe erzan kirin û di demeke kin da rastî eleqeyeke mezin hatin.
Ji ber ku çêkirina perdeyan bi firotina wan ra negiha, ciwanan li navenda bajarê Diyarbekirê kargeheke 200 mêtreqareyî kirê kir û perde firotin herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê.
Ji ber ku perde hatin ecibandin, marqeya DÎPErê di demeke kin da mezin bû. Îpek û Gokçe serî li teşwîqa bona pêşketina herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê da û li Herêma Sanayiya Organîze ya Diyarbekirê fabirqeyek ava kir.
Bi saya teşwîqa ku seba herêmê hat kirin, maliyeta çêkirina herdu şirîkan kêm bû û salê 300 hezar mêtreqare perde çêdikin û piraniya van perdeyan jî îxracî welatên wek Almanya, Belçîka, Hollanda, Iraq û Îranê.
Velî Îpek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku teşwîqa ku ji bo herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê tê dayîn ku teşebiskar pê veberhênanê bikin, firsendeke mezin e.
Îpek diyar kir, ji bo ku ji teşwîqê mifayê hildin wan li Herêma Sanayiya Organîze ya Diyarbekirê fabirqeyeke 4 hezar mêtre qare ava kir û ji ber ku Diyarbekirê di teşwîqê da di herêma 6emîn da ye, ji teşebiskarên ku veberhênanê dikin ra piştgiriya sîgorte, bac û vejenê tê dayîn.
Îpek got ku ew li gor fîrmayên Stenbolê perdeyan erzantir difroşin û qalîteya perdeyan wek hev e, lê bi saya serê teşwîqê ew perdeyên xwe ji sedî 10 erzantir difroşin.
Îpek got ku wan di sala 2011an da perde firotin Iraqê jî û paşê wan li Hewlêrê jî atolyeyek vekir û ew êdî li Bexdayê jî perdeyên xwe difroşin.
Îpek daxuyand ku wan par bi marqeya xwe li Almanyayê şirket ava kir û wiha dewam kir, "Em li Almanyayê jî perdeyan difroşin Fransa, Belçîka, Hollanda û Awistarlayê. Li Almanyayê perdeyên me di 50 mixazeyan da, li welatên din jî di 35 mixazeyan da tên firotin."
Îpek destnîşan kir, wan biryar da ku ew bixwe qumaşê xwe jî çêkin.
Şeref Gokçe jî diyar kir, ji bo ku meriv di karê xwe da serkeftî bibe, divê bi ezim be û pir bixebite.
Gokçe ji ciwanan ra pêşniyaz kir ku li ser çêkirina berên cuda bisekinin û ji firsendên krediyan nemînin û wiha dewam kir:
"Ez ji ciwanan ra pêşniyaz dikim ku li ser çêkirina berên cuda bisekinin û heke krediyên KOSGEB û saziyên wek wê baş bi kar bînin wê serkeftî bibin. Herêm ji bo veberhênanê li herêmê avantajeke mezin heye û teşebiskar dewet kir ku li Diyarbekirê veberhênanê bikin."