04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2016
ANKARA
Ji aliyê kiryarê ku ji bo xwarinê dikire va di meha berfanbarê da herî zêde îsot biha bû û bihayê îsotê ji sedî 34,31 zêde bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê (TUÎK) piştî îsotê zema herî zêde hat ser bacanê reş û tametêzan. Bihahê bacanê reş ji sedî 30,75, bihayê tametêzan jî ji sedî 14,89 zêde bû.
Herî zêde porteqal erzan bû
Meha borî herî zêde porteqal erzan bû bihayê wê ji sedî 24,30 e.
Li gor endeksa TUÎKê bihayê kiryarê ku ji bo xwarin û lixwekirinê dikire, li gor meha çûyî bihayê berên ku herî zêde biha bûn û erzan bûn wiha ye:
| Mal û ber | Rêje (ji sedî) |
| Îsota tîj | 34,31 |
| Belîcana reş | 30,75 |
| Tametêz | 14,89 |
| Pîvaza hêşîn | 13,47 |
| Hinar | 13,02 |
| Kundir | 13,01 |
| Sîr | 10,81 |
| Bihayê şandina kargoyê | 7,45 |
| Mesrefên weşana TVyê (Çanak antên, cîhazê peykê) | 6,59 |
| Kelema spî | 6,05 |
| Masî | 5,01 |
| Kasko û sîgorteya mecbûrî ya trafîqê | 2,45 |
| Rûnê gulbaxan | 1,96 |
| Hêk | 1,55 |
| Sarinca No-Frostê | 1,53 |
| Nan | 1,52 |
| Bihayê tijekirina LPGê | 1,16 |
| Bihayê êzingan | 1,02 |
| Fatûra avê | 0,91 |
Di meha berfanbarê da rêjeya guherîna maddeyên ku li gor meha borî herî zêde erzan bûn jî wiha ye:
| Mal û xizmet | Rêje (ji sedî) |
| Ekîpmanên têlefona destan | -0,43 |
| Benzîn | -0,93 |
| Taxima odeya ku meriv lê rûdinê | -1,81 |
| Şekal (ji bo zarokan) | -2,27 |
| Fayke (ji bo zarokan) | -2,42 |
| Miqarne | -2,81 |
| Kartol | -3,69 |
| Fanorî (ji bo jinan) | -4,34 |
| Taxima kincan (ji bo mêran) | -4,81 |
| Neft | -5,02 |
| Qocix (ji bo jinan) | -5,31 |
| Îşlik (ji bo jinan) | -5,36 |
| Gizêr | -5,70 |
| Fayke (ji bo mêran) | -6,22 |
| Ispanak | -6,59 |
| Mandalîna | -6,77 |
| Çagêt (ji bo jinan) | -7,60 |
| Kîvî | -13,66 |
| Porteqal | -24,30 |