Nihat Kavşut
23 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
AGRI
Bi protokola di navbera Tirkiye û Îranê da hat îmzekirin di navbera Agirî û Urmiye û Tebrizê da seferên minîbusan ya transît dest pê kir.
Suleyman Elbanê Waliyê Agiriyê di merasima li ber walîtiyê hat kirin da axivî û destnîşan kir di navbera Agirî û Îranê da sînorekî berfireh heye.
Elban destnîşan kir ji xeynî sînor ji hêla dîrok, çand û baweriyê va di navbera Agirî û Îranê da nêzikahî heye.
Suleyman der barê seferên di navbera Agirî û Îranê da wiha got: "Ji seferan yek wê ji ser Makuya bajarê Îranê here Tebrizê û ya din jî ji ser Xoyê here Urmiyeyê. Piştî ku pergal çêbû em ê seferên bin destê sektora taybet."
Elban diyar kir piştî hevdîtina rayedarên gumrukê yên herdu terefan ji bona derbasbûna wesaîtan wê îmkan çêbin û got ku sefer li herdu terefan pîroz be.
Hat diyarkirin 4 minîbusên bi destê Îdareya Taybet ya Agiriyê hatine kirêkirin wê 6 mehan seferên dualî bikin û li gor pêwîstiyê dem bê dirêjkirin.
Li gor agahiyan seferên ji bona zêdekirina ticaret û tûrîzmê dest pê dikin her sibeh wê wesaît ji Îranê bên Agiriyê û piştî nîvro ji Agiriyê vegerin Îranê.