Elif Orhan
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
ANKARA
Hilberîna pîşesaziyê ya ku ne di bin tesîra teqwîmê de ye di kanûna pêşîn a 2018an de li gor heman meha sala borî ji sedî 9,8 kêm bû, di nîvendiya salane de kêm zêde ji sedî 1,8 zêde bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên endeksa hilberîna pîşesaziyê yên li gor kanûna pêşîn a sala par û ya ya seranserê sala 2018an eşkere kirin.
Li gor vê hilberîna pîşesaziyê ya ku bin tesîra demsal û teqwîmê de nîne li gor kanûna pêşîn a sala borî ji sedî 1,4 daket.
Hilberîna pîşesaziyê ya ku ne di bin tesîra teqwîmê de ye di kanûna pêşîn a 2018an de li gor heman meha sala borî ji sedî 9,8 kêm bû. Endeks di nîvendiya salane de kêm zêde ji sedî 1,8 zêde bû.