ANKARA
Di meha gulanê de hilberîna pîşesaziyê ya ku ji bandora salname û demsalê hatiye zelalkirin, li gor meha nîsanê ji sedî 0,6 daket lê li gor gulana par jî ji sedî 1 zêde bû.
Li gor encamên lijneyê, endeksa madenkariyê û kana keviran li gor gulana par ji sedî 6 daket. Endeksa sektora pîşesaziya îmalatê jî ji sedî 1,4 zêde bû. Di hilberîn û belavkirina ceyran, hilm û xazê de jî ji sedî 1,6 zêdeyî pêk hat.
Di meha gulanê de di endeksa sektorên madenkarî û kana keviran yên binepîşesaziyê de jî li gor meha nîsanê ji sedî 4,6 di fîhrîsta hilberîna pîşesaziyê de jî ji sedî 0,5 kêm xuya kir. Fîhrîsta sektora hilberîn û belavkirina ceyran, hilm û xazê jî ji sedî 0,5 zêde bû.