Ekip
29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der barê jinûva hesibandina deynan da got: "Heta niha bi qasî 8 milyon û 500 serlêdan li daîreyên me hatin kirin, 80 milyar û 400 milyon lire me jinûva vesaz kir. Nêzî 6 milyon welatiyên me ji vê îstifade kirin."
Agbal, li Avahiya Wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê qanûna jinûva hesibandina deynan de agahî dan.
Li ser rêjeya beşdariya deyndaran Agbal wiha agahî dan:
"Heta niha bi qasî 8 milyon û 500 serlêdan li daîreyên me hatin kirin, 80 milyar û 400 milyon lire me jinûva vesaz kir. Nêzî 6 milyon welatiyên me ji vê îstifade kirin."
Agbal der barê dahatê de jî wiha dewam kir:
"Ji îro pê va daîreyên me yên bacê 16 milyar lire, îdareyên me yên gumrik û yên din 1,5 milyar lire, Saziya Ewlehiya Sosyal 3,4 milyar lire, bi tevahî nêzî 21 milyar lire pere hat tehsîlkirin."
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, diyar kir ku tarîx nayê dirêjkirin û got: "Ji bo ji vê qanûna ku derfetên pir girîng dide sûd bê wergirtin, roja dawîn 31ê Gulanê ye. Ev dem wê neyê dirêjkirin."