Önder Beyter
13 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin destnîşan kir ku di mijara cinsên pereyê dijîtal da rîska herî mezin ew e ku rêxistinên terorê û şebekeyên sûcan pereyê krîpto ji bo karên xwe yên qirêj biemilînin û wiha bal kişand, "Emê ligel welatên din ên G20ê bixebitin ku cinsên pereyê dijîtal neguhezin û nebin hesabên bankeyên Swîsreyê."
Mnuchinê ku beşdarî panêla Kluba Aboriyê ya Washingtonê bû, der barê verastkirina nû ya bacê, tewanê deyn û cinsên pereyê dijîtal da axivî.
Mnuchin bersiva pirsên der heqê pereyê dijîtal da jî da û ragihand ku di vê mijarê da rîska herî mezin ew e ku rêxistinên terorê û şebekeyên sûcan pereyê krîpto ji bo karên xwe yên qirêj biemilînin.
Mnuchin diyar kir ku G20 amadekariya xwe dike ku li ser astengkirinên cinsên pereyê dijîtal raweste û wiha dewam kir, "Emê ligel welatên din ên G20ê bixebitin ku cinsên pereyê dijîtal neguhezin û nebin hesabên bankeyên Swîsreyê."