İbrahim Atmaca
27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
NEW YORK
Li Amerîkayê hejmara quleyên sondaja neftê vê heftê zêde bû, qule wek pîvana endustriya neftê û hilberîna nefta xam tê qebûlkirin.
Li gor daneyên heftane yên şirketa Baker Hughesê di navbera 22-26ê rêbanedanê da li Amerîkayê 12 quleyên sondaja neftê ketin xizmetê.
Hefteya çûyî hejmara quleyên sondaja neftê 747 bûn. Bi quleyên dawîn va hejmar derket 759an.
Her wiha hefteya çûyî hilberîna nefta xam a Amerîkayê zêde bû.
Li gor daneyên Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) hefteya çûyî li gor hefteya beriya wê rojê teqrîbî 128 herzar warêl zêdetir nefta xam hat derxistin û derket 9,88 milyon warêlan.
Li gor "Rapora Texmîna Vejenê ya Demkurt" ya meha rêbendanê ya EIAyê tê texmînkirin ku Amerîkayê îsal teqrîbî rojê 10 milyon warêl nefta xam derxe.