DIYARBAKIR
Serokê Odeya Serraf û Zêringeran a Diyarbekirê Mistefa Akkul, got ku di sektorê de tengasiyeke mezin heye û ev 6 meh in zêr erzan dibe.
Akkul wiha got: "Fiyeta zêran dikeve û radibe. Ev jî zirareke mezin dide esnafan, lewra esnaf bi bihayê ku dikire, nikare bifroşe. Hin rojan jî 20 hezaran zirar dikin. Tu kes nikare li ber vê zirarê bisekine. Di 6 mehan de 12 zêringeran dikanên xwe girtin. Heke ev rewş wiha bidome dê gelek kesên din jî kepengên xwe bigrin."
Akkul got em hêvî dikin ku ev ketin-rabûna bihayê zêran biqede.