Zeynep Duyar, Mertkan Oruç
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Ahmet Hamdi Atalayê Midûrê Giştî yê TURKSATê diyar kir ku ji bo peyka Turksat 7Ayê van nêzîkan xebatên wan dê dest pê bikin û wiha got, "Peykên me yên din jî dê werin. Li Tirkiyeyê sektoreke peykan pêk hatiye. Ev cihê şanaziyê ye."
INSECSPACE'26 ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandina Global a wê ye, bi hevkariya Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê (TUA), TURKSAT, TUBÎTAK FEZA, Komeleya Karsazên Peyk, Weşangerî û Telekomunîkasyonê (TUYAD) û MONINê va bi rê va çû. Çalakiya ku temaya wê ya îsal "Emilandina Ewle di Teknolojiyên Nûxwaz ên Pergalên Peykan da" bû, li Salona Konferansê ya Saziya Teknolojiyên Zanyariyê û Ragihandinê pêk hat.
Di çalakiyê da Ahmet Hamdi Atalayê Midûrê Giştî yê TURKSATê jî axivî û bal kişand ku Turksat 6A jî rûmeteke neteweyî ye û wiha dewam kir:
"Li Tirkiyeyê sê peykên me yên çavdêriyê hene. Ji xeynî van li welêt gelek peykên kûpî yên zanîngeh-şîrketan hilberandine, hene. Turksat 7A tê, xebatên kaxidî di qonaxa dawîn da ne, înşelah dê xebatên hilberîna wê dest pê bikin. Peykên me yên din jî dê werin. Li Tirkiyeyê sektoreke peykan pêk hatiye. Ev cihê şanaziyê ye."
Atalay bal kişand ku divê mirov her tiştî bêyî bi derva va girêdayî be, hilberîne û wiha dewam kir, "Divê mirov bala xwe bide aboriyê lêbelê ji hêla ewlehî, performans, bidestxistinê va jî divê mirov bi xwe hilberîne da ku rîskan venehewîne."