17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Dolar/TL, piştî dengdayîna gel bi ketineke hişk va bû 3,6250.
Di dengdayîna gel a bona guhertina destûrê da piştî ku li gorî encamên nefermî "erê" derket, dolar/TL di piyaseyên navneteweyî da bi berjêrbûneke hişk va dest bi hefteyê kir û bû 3,6250.
Dolar/TL roja înê di piyaseyên nava welat da gihîştibû ser 3,69an û nêzîkî bidawîbûna hefteyê di piyaseyên navneteweyî da heya 3,7376an hevraz bibû.
Piştî dengdayîna gel bi dolar/TL di piyaseyên navneteweyî da heya 3,6250an berjêr bû û herwiha di saet 22.30an da li gorî roja berê nêzîkî ji sedî 3 berjêr bû û daket dora 3,6310an.
Piştî ku di dengdayîna gel da li gorî encamên nefermî "erê" derket, analîst jî destnîşan dikin ku ev yek wê bibe wesîleya bihêzbûna heyînên TLyê.