ANKARA
Serokê Giştî yê Yekîtiya Odeyên Zîraetê yên Tirkiyê (TZOB) Şemsî Bayraktar, eşkere kir ku di meha gulanê de rêjeya traktoran, li gorî gulana par herî zêde li bajarên herêmên Rojhilat û Başûrêrojhilat zêde bû û rewş wek encama pêvajoya çareseriyê nirxand.
Bayraktar, bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyê (TUÎK), di her pênc mehên peşî yên îsal de hejmara traktoran, ji sedî 3,14 zêde bû. Di gulanê de li gorî heman meha par zêdebûna rêjeyî a traktoran, herî zêde li Tunceliyê pêk hat. Zêdebûna rêjeyê li Tunceliyê ji sedî 15,86, li Kîlîsê ji sedî 11,83 , li Igdirê ji sedî 11,21, li Agriyê ji sedî 10,19, li Şirnakê ji sedî 8,96, li Sîrtê ji sedî 8,50, li Mardinê ji sedî 7,84, li Gaziantepê ji sedî 6,75 û li Muşê ji sedî 6,65 pêk hat.