Nihat Kavşut
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê di meha rêbendana îsal da îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 16,3 zêde bû û gihîşt 12 milyar û 198 milyon dolarî.
Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê daneyên îxracata di meha rêbendanê da eşkere kir.
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê di meha rêbendana îsal da îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 16,3 zêde bû û gihîşt 12 milyar û 198 milyon dolarî.
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê di heyama 12 mehên dawîn da îxracat ji sedî 10,1 zêde bû û derket 158 milyar û 4 milyon dolarî.
Li gor mîqtarê jî îxracat di rêbendanê da ji sedî 9,8 zêde bû û derket 9,7 milyon tonî.