AĞRI
Bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê yên ku aboriya xwe bi çandinî û hewyandariyê temîn dikin, niha li bendê ne ku sermayedanînên mezin lê bên kirin. Lewra bi saya pêvajoya çareseriyê li herêmê aramî heye û êdî tu hincet neman ku sermayedanîn neyên kirin.
Serokê Giştî yê Yekitiya Odeyên Zîreetê yê Tirkiyê Şemsî Bayraktar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê çêrgeh û mêrg hene. Bi avakirina ewlehiyê ve ev qad dê ji bo çandinî û heywandariyê vebin û bi vî awayî dê pêşketina aboriyê çêbibe.
Bayraktar destnîşan kir ji bo ku herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat pêşbikevin lazim e ku li van deran bi qasî 250 milyar lîreyan sermayedanîn bên kirin.