Haydar Şahin
30 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 59,99 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 59,64 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 60,47 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 59,87 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.48an pê va ji sedî 0,20 zêde bû û derkete 59,99 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 51,43 dolarî hat firotin.
Aleksandr Novakê Wezîrê Vejenê yê Rûsyayê li ser civîna Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin ya ku ewê di 6ê berfanbarê da li Viyanayê were kirin daxuyanî da û diyar kir ku lihevkirinê di navbera hilberînerên petrolê da ew ê kêrî piyaseyê were.
Novak bal kişand ku hê biryarek nehatiye hildan û wiha axivî: "Em nika rewşê dinirxînin. Heke kêmkirin hebe jî ew ê ji bo çaryeka ewil û ya duduyan a sala pêşiya me be."
Pispor dibêjin ji ber petrola zêde derxistin piyaseyê û petrol ku Amerîkayê zêde derxist bihayê ku bilez zêde dibû sekinî.