Haydar Şahin
15 Sibat 2019•Rojanekirin: 15 Sibat 2019
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 64,84 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 63,72 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 64,88 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 63,73 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.23an pê va ji sedî 0,16 zêde bû û derkete 64,84 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 54,55 dolarî hat firotin.
Endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û hin welatên endamê rêxistinê nînin derxistina petrolê kêm kirin û ji ber ku Amerîkayê mueyîde dan ser Îran û Venezuelayê petrola li piyaseyê kêm bû û Erebistana Siûdî jî diyar kir ku ew ê di adarê da derxistina pêtrolê kêm bike ji bo vê jî bihayê petrolê zêde dibe.