Haydar Şahin
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 70,22 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 71,10 dolarî dest bi rojê kiribû û di dawiya rojê da bi 70,61 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.19an pê va li gor do êvarê ji sedî 0.55 kêm bû û dakete 70,22 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 61,69 dolarî hat firotin.
Îdareya Enformasyona Vejenê (EIA) ya Amerîkayê diyar kir ku stoqa wan a petrola xam hefteya çûyî 4 milyon warêl kêm bû (ji sedî 0,8) û dakete 466,6 milyon warêlî.
Hêviya piyaseyê ew bû ku stoq 1,2 milyon warêl zêde bibe. Hefteya borî stoqa petrola xam li gor hefteya beriya xwe 9,9 milyon warêl zêde bibû.