Haydar Şahin
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
ANKARA
Di roja dawîn a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 85,04 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 85,92 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 86,39 dolarî zêde bûbû. Îro jî warêla petrola brent bi 84,91 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.28an pê va ji sedî 0,15 zêde bû û derkete 85,04 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 74,92 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ku stoqa petrolê ya Amerîkayê zêdebû û bi Çînê ra şerê bazirganiyê dewam dike ligel vê ji ber mueyîdeyên ji meha pêşiya me pê va li ser Îranê dest pê bikin astengî derdikevin ku bihayê petrolê dakeve.