Fatih Gazioğlu
23 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla pêtrola brent bi 69,50 dolarî tê firotin.
Duh warêla pêtrola brentê bi 69,63 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 69,68 dolarî. Îro destê sibê jî bi 69,13 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.10an pê va derkete 69,50 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla pêtrola xam bi 65,02 dolarî hat firotin.
Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Xalid el-Falih daxuyaniyek dabû û gotibû peymana di navbera dewletên endamên Rêxistina Welatên Pêtrolê Îxrac Dikin (OPEC) û yên din divê heta sala 2019an dewam bike. Vê daxwazê li piyaseya navneteweyî bihayê pêtrolê zêde kir.