Mertkan Oruç
03 Îlon 2024•Rojanekirin: 04 Îlon 2024
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek diyar kir ku bi reqamên enflasyonê yên meha tebaxê va dezenflasyon diyar bû û wiha got, "Bi tesîra îstiqrara fînansî a bihêzbûyî, hevsengbûna di aboriyê da û başbûna pêşbîniyan va di çaryeka dawîn da em li bendê ne herka sereke ya enflasyona mehane bişikê. Bi vî awayî em pêşbînî dikin ku di dawiya salê da enflasyon di neqeba texmînkirî da pêk were."
Şimşek di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da daneyên enflasyonê yên meha tebaxê yên ji hêla Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê îro hatin eşkerekirin, nirxandin.
Şimşek bal kişand ser guherîna di enflasyona salane û bihayên xidayê yên mehane û wiha got, "Dezenflasyon diyar dibe. Enflasyona salane di 3 mehên dawîn da 23,5 puan şikest û bû sedî 52. Enflasyona mehane jî di tebaxê da bû ji sedî 2,5. Enflasyona xidayê ya mehane piştî 4 salan bû negatîf."
Şimşek her wiha qala pêşbîniyên ji bo paşerojê tên kirin kir û wiha got:
"Bi tesîra îstiqrara fînansî a bihêzbûyî, hevsengbûna di aboriyê da û başbûna pêşbîniyan va di çaryeka dawîn da em li bendê ne herka sereke ya enflasyona mehane bişikê."