İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Li gor biryara Yekîtiya Bankeyên Tirkiyeyê (YBT) ku wek tewsiye ye, ji dezgehên ku deynê wan ê banke û saziyên fînansal ên din ji 15 milyon TLyî kêmtir be, dikarin li gor hin şert û mercan teqsîdên xwe yên ku wedeya wan hatiye heta 24 mehan têxin wede.
Li gor daxuyaniya ki ji Yekîtiya Bankeyên Tirkiyeyê hat dayîn, hat bibîrxistin ku di 17ê tebaxê da ji bo piştgirîdayîna fealiyetên aboriyê wek tewsiye biryar hatin dayîn, lê teqdîr ji endaman ra hat hiştin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji aliyê koma rîskê va dezgehên ku deynê wan ê banke û saziyên fînansal ên din ji 15 milyon TLyî kêmtir be, dikarin li gor hin şert û mercan teqsîdên xwe yên ku wedeya wan hatiye heta 24 mehan têxin wede."