Ömer Faruk Salman
04 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2026
Îxracata par ya Başûrê Rojhilata Anadoluyê ji sedî 2,7 zêde bû û derket 12 milyar dolarî.
Li gor daxuyaniya ku ji Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAÎB) hat dayîn, li giştiyê herêmê tevahiya îxracatê ji sedî 2,7 zêde bû û derket 12 milyar dolarî.
Serokê Kordînator ê Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilata Anadoluyê Ahmet Fîkret Kîlecî diyar kir, digel ku aboriya kurewî di cihê xwe da nesekinî, îxracatvanên herêmê hêza xwe ya hilberînê parast û helwesta xwe ya reqabetê domand. Kîlecî got ku ew ê bala xwe bidin bazar û berên nû û îxracatê zêdetir bikin.