ANKARA
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê nû Îdrîs Gulluce ji wezîrê berê Erdogan Bayraktar wezîfe wergirt. Di dema dewîrkirina wezîfeyê de Erdogan Bayraktar destnîşan kir ku di heyama hikûmeta 61emîn de Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji nû ve hat sazkirin û wiha dewam kir:
"Me saziyeke ku ji bo welêt bi awayekî baş bixebite ava kir. Ez vê wezîfeya ku nêzî 2 sal û nîv e ez dikim dewrî hevalê xwe yê birêz Îdrîs Gulluce dikim. Ez wisa bawer dikim hevalê me jî dê bi saya zanebûna xwe tiştên gelekî bi kêr bike. Ji bo vê jî ez kêfxweş im. Ji bo kabîneya nû jî bi xêr be. Ji Serokwezîrê me re ji wezîrên me re û ji hevalên me re ez spas dikim û serkeftinê dixwazim. Ev doza ku 40 sal e ez tê de me ji bo ku zirarekê nebîne çi ji destê min bê ez ê bikim û ji bo vê dozê jî ez ê xebatên xwe bidomînim."