Ji Kongreya Webîtê ya ku pêşengên sektorên telekom û teknolojiya dîjîtal dicivîne re hindik ma.
Kongreya Webîtê ya ku Anadolu Agency sponsorê wê yê zêrîn e, di 6 û 7ê çiriya paşîn de li Navenda Kongreyê ya Halîçê dê bê kirin. Kongre cara 5an dê bê lidarxistin û ji çar aliyê dinyayê pêşengên sektorên teknolojiya dijîtal û Telekomê dê di kongreyê de li hev kom bibin. Di nav kesên ku serî li Kongreya Webîtê ya Gerdûnî dan de bi hezaran birêvebirên saziyên mezin yên telekomînîkasyon û teknolojiya dijîtal yên 103 welatan hene. Dê ji 8 hezaran zêdetir beşdar, 250 axaftvan beşdarî kongreyê bibin û dê di kongreyê de 6 çalakiyên girîng û fuara bazirganiyê jî cî bigire.
Di roja yekemîn a kongreyê de, di konferansa "Digital Marketing and Innovationê" de, di rûniştina bi sernavê "How to drive engagement through content"ê de dê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çûloglû jî wek axaftvan beşdar bibe.
Di kongreyê de Yandex, IBM, Google, Spotîfy, Facebook, Aol, Unîlever wê axaftina vekirinê, ji OMD, Vîvakî, MedîaCom, Acer, Lenovo, Nokîa, MasterCardê sohbet, ji BBC, TechCrunch, Mashable, Mediabrands, Havas, PayPal, Gemîus, Qualcommê panelên niqaşî, ji Blackberry, IBM, PayPalê komxebatên sepandinê hene. Ev hemû wê di nav 2 rojan de çêbibin.
Di çarçoveya kongreyê de dê rûniştinên wek "Konferansa Înovasyon û Bazarkirina Dijîtal, Konferansa Lîderên Dahatûyê, Lûtkeya Telcoyê, Konferansa eTîcaretê" bên kirin.
Konferansa Înovasyon û Bazarkirina Dijîtal de dê li ser mijarên wek bandora civakî ya marqeyan, dewra mobîl bisekinin. Di Konferansa Lîderên Dahatûyê de dê li ser mijarên wek faktorên serkeftinê û pêşbirina kar, stratejiyên pereyîbûn û rêwaziyan bisekinin.
Hûrguliyên kongreyê dê li ser navnîşana www.webitcongress.comê dê bên belavkirin.