MONTRO
Serokê Koalisyona Hêzên Neteweyî yên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KHNŞM) Ehmed el-Carba diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê divê hemû derfetên niha bên nirxandin.
Di Konferansa Cenewere-2yê de civîna beşa ku wezîrên welatan tevlî bûn bi dawî bû. Serokê KHNŞMê Carba jî di girtina civînê de xeberda û got: "Ez ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn û ji hemû welatên ku beşdarî konferansê bûn re spas dikim. Tevî van hemû tiştên ku qewimîne hê jî hêviya me heye. Em ê van hemû pirsgirêkan çareser bikin û ji bo wekheviya hemû welatiyan dewleteke hiqûqî ava bikin."
Carba ji welatên cînarê Sûriyeyê re spas kir û bi taybetî jî ji bo Tirkiyeyê got: "Ez bi taybetî ji Tirkiyeyê re spas dikim. Ji ber ku cudahî nekir navbera welatiyên sûriyî û alîkariya hemûyan kir. Ji ber vê ez ji re spas dikim. Ez ji hemû kesên ku alikariya gelê sûriyeyê kirine re spas dikim û alîkariyên wan tu car dê neyê jibîrkirin."