PARÎS
Fîlma Nûrî Bîlge Ceylan a nû ya bi navê "Xewa Çileyê" di 67emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de bû namzedê Palmiyeya Zêrîn.
Di civîna çapemeniyê ya ku li Parîsê hat lidarxistin de dîroka festîvalê hat kifşkirin û navê fîlmên ku dê di festîvalê de bikevin pêşbaziyê de hat belavkirin.
Komîteya festîvalê diyar kir ku îsal dora hezar û 800 fîlmî serî lêda û di nava van de jî tenê 18 fîlm bûn namzedê Palmiyeya Zêrîn.
Serlehengên fîlma Nûrî Bîlge Ceylan a ku dê di Cannesa îsal de bikeve pêşbaziyê Demet Akbag, Halûk Bîlgîner û Melîsa Sozen in.
Fîlma Nûrî Bîlge Ceylan a bi navê "Uzak" (Dûr) a ku di sala 2003yan de beşdarî festîvala Cannesê bibû hem Xelata Palmiyeya Zêrîn û hem jî 'Xelata Mezin a Juriyan' (Grand Prix) a ku duyemîn xelata girîng a festîvalê ye wergirtibû.
Ceylan di sala 2008an de jî bi fîlma xwe ya "Sê Meymûn"ê ve "Xelata Derhênerê Herî Serkeftî" wergirtibû.
Dîsa fîlma Ceylan a "Bîr Zamanlar Anadolu'da" (Wextekê li Anadoluyê) di 64emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de hêjayî 'Xelata Mezin a Juriyan' hatibû dîtin.
Derhêner û fîlmên ku dê ji bo xelata mezin a Palmiyeya Zêrîn têbikoşin ev in:
"Sils Maria: Olivier Assayas, Saint Laurent: Bertrand Bonello, The Search: Michel Hazanavicius, Adieu au langage: Jean-Luc Godard, Maps to the Stars: David Cronenberg, Deux jours, une nuit: Birayên Dardenne, Mommy: Xavier Dolan, Captive: Atom Egoyan, The Homesman: Tommy Lee Jones, Jimmy's Hall: Ken Loach, Deux fenêtres: Naomi Kawase, Mister Turner: Mike Leigh, Relatos Salvajes: Damian Szifron, Leviathan: Andrei Zvyagintsev, Le Meraviglie: Alice Rohrwacher."